Her gel û neteweyek xwedî dîrok e. Bi dîroka xwe dijî. Dîrok tenê ne kêf û şahî ye. Di dîrokê de tevî bûyerên şadimanî û kamranî bûyerên jandar, cegersûz û biazar jî ne hindik in. Xasma di dîroka gelên rojhilat de ji bûyerên dilşadî bêtir bûyerên bi jan têne dîtin. Di dîroka gelê Kurd de yek ji bûyerên jandar di vê berhemê de cih digire. Gelî xwendevanên hêja ev pirtuka di destê we de behsa şerê Mîr Mihemed Kamilê Eyyûbî û Moxolan dike. Min ev pirtuk bi zimanê kurdî bi nezm nîvîsîye da ku miletê me bizanibe pêşîyên me ji bo axa xwe, welatê xwe û zimanê xwe çi cefa kêşane. Çendîn mêrxas û gernasên me ji bo ku em bikaribin îroke li ser vê xakê bijîn û bi zimanê xwe bi axivin dil û canên xwe gorî kirine. Ev berhem bîranîn û qedirdaniya egîd û mêrxasên me ye. Bîranîna bûyerek ji dîroka me ye. Mîr Mihemed Kamil kurê Xazî Şehabeddîn e, ew jî kurê Melik Adil e, ew jî kurê Necmeddînê Eyyûbî ye. Bapîrê Mîr Mihemed, Melîk Kamil kû Melik Adil e, dibe birayê Selaheddînê Eyyûbî. Dema kû min jiyana Mîr Mihemed Kamil ê Eyyûbî xwend û ez agahdarbûm ji berxwedana wî ya herî mezin li hember Moxolan û hevalbendên wan, min xwest ku ev bûyera ku di dîrokê de pîr bi qîmet û giranbuha ye û hetanî neha veşartî maye xuya bibe û bête li ser ziman da ku ji cihet herkesî ve bête zanîn. Bi emrê Xanê Îlhanîyan Hulagu leşker Farqînê dorpêç dikin û dixwazin ku Mîr Mihemed Kamil digel leşkerên wî êxsîr bikin. Lê belê Ew leşkerên hatine Farqînê dagir bikin ne leşkerên Moxoliyan tênê bun. Xiristîyan û Misilman jî bi wan re bun. Weke mînak; Jî Xiristiyanan Gurcî û Ermenî ji Misilmanan jî mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê hatibûn ser Farqînê ji bo alîkariya Moxoliyan. Bê guman ev tiştekî gelek sosrete hatina mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê. Lê belê Ew qehremanê mezin di gel miletê xwe du sala li farqînê têkoşîn û şerekî mezin li hember Moxolan û Xiristiyan û Misilmanan dike. Heta ku êdî ne xwarin ne jî vexwarina wan namîne. Pîştî xwarin vexwarina wan di qedê ew goştî keran, pisikan, kuçikan heta dawî çara wan namîne goştê însanên mirî jî dixwin. Lê belê ew ebed dev ji berxwedana xwe û parastina welatê xwe na berdin. Dîrokvan dibêjin eger ne ji xela û nexweşîya weba ê buna, Moxolî û arîkarên wan ne dikaribûn Farqînê ji destê Mîr Mihemed Kamil û miletê wê bistînin.. Ev berxwedana wan li her derê bi nav û deng belav dibe. Xanê Moxoliyan Hûlagû ji kurê xwe Yeşmut re mektubekî dişîne û dibêje: Min paytexta 'Ebbasî'yan cihê xilafeta Îslamê, bajarê Bexdayê di şeş rojan de stand, lê eve du sal e hêja te ne karîye bajarê Mîr Mihemed Kamil Farqînê bistînî. Em dikarin bibêjin ev berxwedana wan ji dewleta Memlûkan re buye minak ku heta wan zanîn ku Moxol jî maxlûb dibin.. Armanca me ji nivîsîna vî pirtukê ev e ku dîroka veşartî derkeve li ser ruyê erdê û xuya bibe. Dê ku miletê me bizanibe ku di hemû deman de egît û qehreman û mêrxas ji wan hatine û bayê dîrokê guhertine.. WEKE TEQRÎZ: ÇEND GOTIN DI DERBARÊ VÊ BERHEMÊ DE Hemî pesn, stayiş û wesfên qenc û şayeste ji Xwedawendê aferîdeyan re be, selat û silav li Peyamawerê Yezdanê dolavan û heval û hogirên wî be tevî kuflet û zuryeta wî. Ez sipasiya xwe pêşkêşî cenabê Seydayê Mela Remezan dikim ku derfet daye min ez van çend gotinên bê qîmet reşbelek bikim tevî ku bi rastî ez ne layiq im. Di navbera edebiyat û dîrokê de têkiliyeke xurt heye ji mêj ve. Geh edebiyat di berhemên dîrokî de rû dane û geh dîrok di berhemên edebî de derketine pêşberî me. Yek ji giramiya vê berhemê ev e ku dîroka gel di berhemeke edebî de digihêje ber destê peywendîdar û xemkurên edebiyat û dîrokê. Her nezm û şi’r ji bo mebestekê dihê honandin, erkeke xwe heye. Li vir dive em Seydayê Tîrêj û çend risteyên wî bi bîr bînin ji bo em bikaribin mebesta xwe bi zelalî diyar bikin. Ma rûmeta şi`rê çiye? Ned xidmeta millet de bî Ronahiya şi`rê çiye? Pesnê welat ku tê ne bî Çibkim ji wê şi`ra rijî? Danagre sewda û mejî Derdê dil û can nakujî Çaxê ko cewher tê nebî Edebiyat û bi taybetî helbest di ragihandina dîrokê de ji bo avakirina hafizeya civakî û bi avakirina hafizeyeke civakî ragihandina hizrên neteweperwerî roleke mezin daye ser milên xwe. Seydayê Tîrêj xwestiye ku vê yekê bibêje. Ji bo avakirina hafize û bîrewariya civakê dîrok gelek giring e. Her gel û neteweyek li ser koka xwe didome, ku ev kok ziman û dîrok e. Ji ber vê, em bibêjin parastina ziman û dîrokê parastina hafizaya civakî ye ne iddiayek mezin e. Xaleke din ya giramiya vê berhemê ev e ku ji bo bîr, hafizeya civakî ziman û dîrok parastiye. Nazimê berhemê Seydayê Mela Remezan, kesayetekî tebî’et mewzûn e. Bi gotineke din Xwedawend qabilîyeta honandina şi’r û nezmê bexşî wî kiriye. Nivîskar û nazimekî welûd e, berhemdar e ku hetanî neha di qadên ciyawaz de berhem nûsî ye. Ji bilî taybetiyên berhemên wî yên dîtir yekem kese di edebiyata Kurdî de Telqînnameya Miriyan bi nezm honandiye. Ev berhema dîrokî jî dîsa bi nezm honandiye û pêşkêşî xwendevan û gelê xwe dike. Ya rastî ev e ku nazimê berhemê bi serkeftî ji metnên pexşan berhemeke mewzûn, bi nezm aniye hole. Ev yek xaleke dîtir ya giramiya vê berhemê ye. Tevî hemû ev teybetiyên ku me li jor behs ji wan kir bi zimanekî herikbar, bi nezmeke selîs ev bûyera dîrokî û cegersûz hatiye honandin ku xwendevan di xwendina berhemê de û di têgihiştina bûyera dîrokî de tu zehmetiyan ewê nekêşin. Ji bo vê bûyera jandar derxistiye hole û bi terzeke edebî pêşkêşî me kiriye û her weha ji bo ked û xemên Seydayê Mela Remezan em minnettar in. Xwedayê dilovan hêz û zanîna wî zêdetir bike ji bo nivîsandin û honandina berhemên bexşan û mewzûn. Dr. Nurettin ERTEKİN
Bu bölüm, yayınevinin tanıtım metni temel alınarak yapay zeka ile hazırlanmış bir yorumdur; kitabın doğrulanmış içerik özeti değildir. Eserin türüne göre karakter veya olay örgüsü yorumları geçerli olmayabilir.
Destana Mıhemedê Eyyubî, Kürt tarihinin önemli bir kesitini ve Mıhemedê Eyyubî'nin hayatını anlatan bir destandır. Eser, Eyyubî'nin yaşadığı dönemdeki savaşlar, siyasi mücadeleler ve kültürel çatışmalar üzerine yoğunlaşırken, onun liderlik vasıflarını ve halkına olan bağlılığını gözler önüne serer. Eyyubî, düşmanlarıyla girdiği çatışmalarda sadece fiziksel güç kullanmakla kalmaz, aynı zamanda stratejik zekâsını da devreye sokar. Eserin ilerleyen bölümlerinde, Eyyubî'nin halkına olan sevgisi, adalet anlayışı ve özgürlük mücadelesi derinlemesine işlenir. Bu bağlamda, eser sadece bir destan değil, aynı zamanda bir toplumsal belleği canlandırma çabasıdır. Mıhemedê Eyyubî'nin hikâyesi, okuyucuyu tarihin tozlu sayfalarından günümüze taşıyarak, kimlik ve aidiyet üzerine düşünmeye sevk eder.
Bu eser, Kürt kültürü ve tarihi üzerine derinlemesine bir bakış sunmaktadır. Ramazan Temelkuran, eserinde Mıhemedê Eyyubî'nin destanı üzerinden, tarihî olayları ve kültürel değerleri harmanlayarak okuyuculara sunmaktadır. Eser, kimlik, aidiyet ve toplumsal bellek gibi temaları işlerken, Kürt edebiyatının zenginliğini de gözler önüne sermektedir. İkili bir anlatım tarzı benimseyen yazar, destan aracılığıyla hem geçmişe bir yolculuk yaparken hem de günümüz toplumuna eleştirel bir bakış açısı kazandırmaktadır. Temel olarak, geçmişle günümüz arasında bir köprü kurarak, okuyucunun kendi kimliğini sorgulamasına olanak tanır.
Mıhemedê Eyyubî, eserin merkezinde yer alan karakterdir. Tarihî bir figür olan Eyyubî, destanın anlatımında cesur, kararlı ve adaletli bir lider olarak öne çıkmaktadır. Onun karakteri, Kürt halkının direniş sembolü haline gelmiştir. Eyyubî, sadece bir lider değil, aynı zamanda halkının kültürel ve sosyal değerlerini yücelten bir figürdür. Eser boyunca, onun yaşadığı zorluklar, zaferler ve insanî yönleri derinlemesine işlenir. Bu bağlamda, Eyyubî karakteri, okuyucunun duygu ve düşüncelerini etkileyen, tarihî ve kültürel derinliği olan bir portre çizer.
Eser, bireylerin ve toplumların psikolojik durumlarını da ele almaktadır. Mıhemedê Eyyubî, liderlik vasfının yanı sıra, içsel çatışmalar ve toplumsal baskılarla da başa çıkmak zorunda kalan bir karakterdir. Bu durum, onun psikolojik derinliğini artırırken, okuyucuya da bir empati alanı sunar. Eyyubî'nin karar verme süreçleri, halkının beklentileriyle çeliştiğinde yaşadığı bunalımlar, eserde belirgin bir şekilde işlenmiştir. Bu psikolojik çözümleme, karakterin insanî yönlerini daha görünür kılarak, okuyucunun onunla bağ kurmasını sağlar.
Eser, felsefi açıdan da derin bir sorgulama sunmaktadır. Mıhemedê Eyyubî’nin mücadelesi, varoluşsal bir arayışın sembolü haline gelir. Eyyubî'nin adalet arayışı, özgürlük ve kimlik temaları, insanın varoluşsal sorgulamalarına ışık tutar. Eser, bireyin toplumsal yapı içindeki yerini sorgularken, özgürlük ve adalet kavramlarının ne denli önemli olduğunu da vurgular. Eyyubî’nin hayatı, felsefi bir bakış açısıyla ele alındığında, insanın tarihsel bağlamda nasıl bir varlık olduğu üzerine düşündürten bir metin haline gelir.
Destana Mıhemedê Eyyubî, tarihi bir bağlamda önemli bir yer tutmaktadır. 1258 yılında kaleme alınmış olan bu eser, Kürt tarihinde önemli bir dönüm noktasını temsil eder. Eyyubî'nin yaşadığı dönem, siyasi ve sosyal çalkantılarla dolu bir süreçtir ve bu bağlamda eser, tarihî olayları ve figürleri ele alarak, okuyucuya dönemin ruhunu yansıtma çabası içindedir. Eser, hem tarihî bir belge olarak hem de kültürel bir miras olarak değerlendirildiğinde, Kürt halkının geçmişine ışık tutan önemli bir referans kaynağıdır.
Bir Karakterle Sohbet Et
PREMIUM AIBu kitabın bir karakterinin sesinden cevap alabilirsin — Litopya AI o karakteri canlandırır.
Henüz gönderi yok. İlk paylaşımı sen yap.
İçerik eklemek için giriş yap.
Henüz inceleme yok. İlk yorumu sen yaz.
İçerik eklemek için giriş yap.
Henüz alıntı yok. Sen ilk alıntıyı paylaş.
İçerik eklemek için giriş yap.
Henüz soru yok. İlk soruyu sen sor.
Henüz video yok. İlk videoyu sen yükle.
Ramazan Temelkuran'ın Litopya kataloğunda 5 kitabı bulunuyor. Kitapları 2016-2024 yılları arasında Karahan Kitabevi, LORYA YAYINLARI, NANDO YAYINLARI etiketiyle yayımlandı. Kitaplarının ortalama hacmi 77 sayfa. Eserleri ağırlıklı olarak Deneme (Yerli) ve Edebiyat kategorilerinde yer alıyor. En çok ilgi gören kitabı “Destana Mîr Mıhemedê Eyyubî (1258) Şerê Farqînê Lı Hember Moxolan” (okur puanı 9.00). Kitabın tanıtımından: “Her gel û neteweyek xwedî dîrok e. Bi dîroka xwe dijî. Dîrok tenê ne kêf û şahî ye. Di dîrokê de tevî bûyerên şadimanî û kamranî bûyerên jandar, cegersûz û biazar jî ne hindik in. Xasma di dîroka gelên rojhilat de ji bûyerên…” Litopya okurları bu kitaplara 22 puan bıraktı. Ortalama puanı 10 üzerinden 8.81.
Ramazan Temelkuran sayfasının tamamıAynı yazarın Litopya'daki diğer eserleri